Li Lîbayayê gel li dijî wîfaqê daket qadan.. çeteyan jî bi guleyan bersiv da

Li Lîbayayê, gel li dijî hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî daketin qadan, çeteyên dewleta Tirk jî bi guleyan bersiva wan da.

Li bajarê Zawiyê yê li rojavayê Terablusa paytext, duh êvarî bi dehan kes ji ber rewşa aborî û nebûna xizmetguzariyên giştî, li dijî Wîfaqê daketin qadan.

Çeteyan jî gule bêserûber li xwepêşanderên aştiyane reşandin.

Xwepêşanderan sloganên ku banga derxistina çeteyan û istifaya serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac dikin, qîr kirin.

Bajarên li rojavayê Lîbyayê ku li jêr destê çeteyên dewleta Tirk in, ji ber qutbûna kehrebe û kêmbûna avê, rewşeke dijwar dijîn.

Back to top button