Ji bo Îranê Amerîka projeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir

Tevî vekişîna wê ji peymana nûklerî, Amerîka Îran bi binpêkirina peymanê tawanbar kir û ji bo careke din ceza lê bên birîn, projeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir.

Di vê derbarê de, ajansa nûçeyan Novosti ya Rûsî li ser zimanê çavkaniyeke dîplomatîk ragihand ku, ji bo nîqaşkirina vê projeyeya Amerîkî, Rûsya daxwaza civînê li Konseya Ewlekariyê kiriye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku di nava 30 rojî de, ew ê çend cezayên li ser Îranê vegerînin, di nav de, qedexeya kirîn û firotina çekan.

Konseya Ewlekariyê Îna borî li ser daxwaza Amerîkayê civiya, lê projeqanûna wê ya dirêjkirina qedexeya çekan a li ser Îranê, rasî vetoya Rûsya û Çînê hat.

Her wiha ji bilî Dominikan, tevahiya endamên din dengên xwe nedan.

Back to top button