Brett McGurk: Nebûna piştevaniyê bi QSD’ê re bû sedema koçkirina bi hezaran sivîl

Nûnerên berê yê Amerîkayê di Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê de Brett McGurk diyar kir ku nebûna piştevaniyê ji bo Hêzên Sûriya Demokrat li dijî Tirkiyê, bû sedema koçberkirina bi hezaran sivîl.

McGurk li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê hebûna Amerîkî li Sûriyê şermezar kir û got:

“Dema beşek deverên berê yên di bin destê DAIŞ’ê de bûn, radestî Erdogan û Putin kirin, Trump dibêje tiştek nebûye.

Bi vê re, hevkarên me bi tenê hiştin û ev jî bû sedema koçkirina bi qasî 200 hezar kes ji ber komên tundrew ên ku îroroj sûcên şer dikin.”

Back to top button