Çeteyan goristana şehîdan a Serê Kaniyê veguherand baregeheke leşkerî

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, rojane sûcên dermirovî pêk tên û goristanên şehîdan tên hildiweşandin.
Herî dawî çeteyên dewleta Tirk, goristana şehîdan a Serê Kaniyê rûxand û ew veguherand baregeheke xwe ya leşkerî..

Heta mirî di gorên xwe de ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xelas nebûne..

Çeteyên dewleta Tirk xerakirina goran, mizgefet, dêr û deverên pîroz bi armanca qirkirina dîroka herêmê, didomînin..

Herî dawî, goristana Şehîdan a li bajarê Serê Kaniyê ya dagirkirî ku semboleke pîroz e, hat rûxandin..

Çeteyan ev goristana pîroz a lehengên ku têkoşîn li dijî DAIŞ’ê kirine, veguherandin baregeheke leşkerî.

Ev çete li Efrînê jî heman sûc û hovîtî dikin û zêdeyî 7 goristanên Êzîdiyan, 14 perstgehan rûxandin.

Bi dehan gorên şehîd û sivîlan kolandin û teqandin.

Çeteyan bi idiaya firehkirina kolanan û avakirina bargehên leşkerî ev hovîtî pêk anîn..

5’ê Gulana borî çeteyan li Cindirêsa Efrînê, gorên miriyan di nava siloganên “Ellah û Ekber” de wêran kirin..

Çeteyên dewleta Tirk goristana şehîd Avêsta Xabûr jî rûxand û kirin bazara pez

Heya bi kêlên goran jî ji wan nefilitîn û ji ber bi nivîsa Kurdî hatibûn nivîsandin, ew rûxandin.

Li Girê Spî jî rewş ne kêmî herdu bajarên navborî ye..

Heman senaryo li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê jî dubare bû.

Dewleta Tirk ne tenê bi rêya çeteyên xwe, heman siyaseta qirker li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî pêk aniye.

Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî dever û goristanên hatine rûxandin, belge kirine.

Perestgeha Eyn Dara li Efrînê.

Nebî Hûrî li navçeya Şera.

Goristana Şêx Hemîd li gundê Qestel Cindo ê navçeya Şera.

Goristan Baflon li navçeya Şera.

Goristana Qera Cerin li Şera

Goristana gundê Sînka yê Şera.

Goristana Şêx Henan nêzî Maşûle li Şera.

Goristan Sara Qîzê.

Goristana Ebdulrehman nêzî gundê Kanî Kawrek.

Goristana gundê Îsla li navçeya Cindêrisê.

Goristana Şêxmûl li gundê Kawinda ya navçeya Racoyê.

Dewleta dagirker hewl dide nirxên pîroz ên gelên herêmê tune bike, ji ber xuya ye destkeftiyên Kurdan ku bi xwîna van şehîdan hatine bidestxistin, li zora wê diçe.

Ma gunehê van goristanan çi ye, de qey gefê li ewlehiya netewî ya Tirkiyê dixwin!!

Back to top button