Balafirên artêşa Tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker nêzî baregehên pêşmergeyên PDK’ê yên li Herêma Biradostê bombebaran kirin. 

Balafirên dagirker duh derengiya şevê, çiyayê Balê û Kunî Heyacêyan ên Biradostê bombebaran kirin.

Li gor agahiyan, balafiran nêzî baregehên pêşmergeyên PDK’ê ku li heman herêmê ne, bombebaran kirin û di encamê de, ziyanek mezin gihaşt jîngehê.

Edhem Barzanî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê û berpirsyarê demkê yê Silêmaniyê Edhem Barzanî, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû û ew şermezar kirin.

Edhem Barzanî bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku “an gel li hemberê êrîşên dewleta Tirk biparêzin an jî bihêlin ku gel xwe biparêze.”

Back to top button