Serokekî demkî ji bo Maliyê tê destnîşankirin

Piştî darbeya leşkerî ya li Maliyê, komîteya leşkerî ragihand ku wê serokekî demkî ji bo welêt were destnîşandirin.

Berdevkê komîteyê General Smaîl Wagêh ji kenala France 24 re axivî û diyar kir, ew ê mecliseke veguhêz ji bo birêvebirina welêt ava bikin û serokekî demkî destnîşan bikin.

Wagêh destnîşan kir, ew ê hewl bidin hilbijartinan, di zûtirin dem de çêkin.

Ji bo sedema vê darbeyê jî, Smaîl Wagêh eşkere kir ku sedema sereke, rewşa xirab û aloz a li welêt û her wiha kêmasiyên di aliyê leşkerî û parastinê de bû.

Derbarê çarenûsa serokê istifakirî jî, berdevkê komîteya leşkerî got:

Ev ne biryara me ye, biryar a dadgehê ye.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo berî niha ev darbe bi tundî şermezar kir û daxwaza berdana berpirsên hikumetê yên girtî kir.

Back to top button