Microsoft zaraveyên Kurmancî û Soranî li lîsteya zimanên wergerê zêde kir

Zimanê Kurdî êdî cihê xwe di nava teknolojiyê de, digre.
Herî dawî Kompaniya Microsoft a Amerîkayê, zaraveyên Kurmancî û Soranî li listeya zimanên xwe yên wergerê zêde kir.
Microsoft diyar kir ku nêzî 30 milyon kes bi van zaravayan diaxive û ji ber vê yekê wan ev zarava li lîsteya xwe zêde kirine.
Microsoftê ev agahî jî li ser malpera xwe ya fermî bi raya giştî re parve kir.

Herçiqasî dagirkeran xwestin zimanê kurdî tine bikin, lê bi têkoşîna hatî dayîn heta niha zimanê kurdî ji aliyê gel ve hat parastin.

Zimanê Kurdî ku ji aliyê bi deh milyonan kesî ve tê axaftin, bala Kompaniya Microsoft a Amerîkayê jî kişand.

Microsoft, herdu zaravên Kurdî (Kurmancî û Soranî) li lîsteya xwe ya zimanên wergerê de zêde kir.

Microsoftê nûçeya zêdekirina zimanê Kurdî di lîsteya xwe ya zimanên wergêr de, li ser malpera xwe bi navnîşana (werger du diyalektên Kurdî ji bo wergera tekstê zêde dike), belav kiriye.

Li gor nûkirina herî dawî ya Microsoftê, herdu zaravên Kurdî (Kurmancî û Soranî) di appa wergerê ya kompaniyê de tên danîn û bikarhêner dikarin bi rêya appa wergerê, Microsoft Office û appa Bing, zêdetir ji 70 zimanên cihgirtî yên cîhanê yên di lîsteyê de ji bo zimanê Kurdî û ji Kurdî ji bo wan zimanan wergerînin.

Kompaniya Microsoftê derbarê zimanê Kurdî de wiha gotiye:

“Kurdiya Bakur û Navîn du şêweyên zimanê Kurdî ne ku herî zêde tên bikaranîn.

Kurdiya Bakur ku weke Kurmancî tê naskirin, li Tirkiyê, Sûriyê, bakurê Iraqê û bakurê rojava û bakurê rojhilatê Îranê ji aliyê 15-17 milyon Kurdan ve tê axaftin.

Kurdiya Navîn jî ku wek Soranî tê naskirin û tê texmînkirin ji aliyê 9-12 milyon Kurdan ve li Kurdistana Iraqê û rojavayê Îranê tê axaftin.

Ev du zarava nêzî ji sedî 75 axaftvanên Kurd pêk tînin.”

Li Kurdistanê tenê li Başûrê û Rojava dikarin bi zimanê xwe bixwînin û perwerdeyê bibînin. Lê li Rojhilat û Bakur hê jî perwerdeya bi zimanê Kurdî ji aliyê dewletên dagirker de qedexe ye.

Back to top button