Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê nasnameya şervana xwe Ceylan Cûdî ya ku şehîd bûye, eşkere kir.

Meclisê anî ziman ku êrîşên şaneyên razayî yên girêdayî aliyê ku aramiya herêmê dikin armanc, dewam dikin.

Meclisê diyar kir ku duh şaneyên razayî li ser riya Sed Tişrîn ya bajarokê Ebû Qelqel yê Minbicê mayînek teqandin.

Di encama teqînê de şervaneke Meclisa Lşkerî ya Minbicê şehîd bû.

Meclisê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,

Alai Selamê bi nasnav Ceylan Cûdî, li Dêra Zorê ji dayik bûye, 20’ê Tebaxê li bajarokê Ebû Qelqel yê Minbicê şehîd bû.

Back to top button