Parlamentera Iraqê Yusra Receb: Divê meclis lezgîn kom bibe

Parlamentera Iraqê Yusra Receb êrişa asayîşa PDK’ê ya li dijî xwepêşandêrên li Zaxoyê şermezar kir û daxwaz ji Serokatiya Parlamenê kir ku li ser mijarê civîneke awarte pêk bîne.
Tê payîn sibê jî li Hewlêrê li dijî rewşa xirab ya aborî û derengxistina mûçeyên karmendan, xwepêşandanek were lidarxistin.

Parlamentera Iraqê Yusra Receb birayara hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku destûrê dide derbasbûna barhilgirên ji Tirkiyê, destwerdana asayîşê ya li xwepêşandêrên li Zaxoyê xiste rojeva parlamenê.

Parlamenter Yusra Receb êrişên hêzên asayîşa PDK’ê a li Zaxoyê ya li xwepêşandêran şermezar kir û ji Serokatiya Parlamenta Iraqê xwest, ku têkildarî mijarê civîneke awarte li dar bixe.

Şêniyên navçeya Zaxo ya Dihokê, pêr ji ber biryara rêveberiya Herêma Kurdistanê ku pêşî li derbasbûna barhilgirên Tirkiyê vedike, xwepêşandana şermezarkirinê li dar xistibûn.

Xwepêşandêran diyar kirin ku ev biryar dibe sedem ku bi hezaran ajokarên Herêma Başûrê Kurdistanê bêkar bimînin û ji hikumeta herêmê xwest ku biryarê betal bike.

Lê belê asayîşa PDK’ê a Zaxoyê bi tundî dest li xwepêşandêran werdan û di encamê de 11 kes birîndar bûn.

Wê sibê li Hewlêrê dijî rewşa xirab a aborî xwepêşandanek were lidarxistin

Tê payîn sibê li Hewlêrê dijî rewşa xirab ya aborî û paşxistina mûçeyên karmendan, xwepêşandanek were lidarxistin.

Ji niha ve PDK’ê ji bo pêşiya çalakiyên şêniyan bigre li bazar û taxên Hewlêrê hêzên çekdar bicih kiriye .

Back to top button