Hêzên hikûmeta Şamê nahêlin li rêbendên Şehbayê testên Coronayê werin çêkirin

Hikumeta Şamê nahêle li rêbendên kontrolê testên Koronavîrusê ji bo koçberên Efrînê yên li Şehbayê werin çêkirin.

Li Şehbayê gelek gelek welatî bi vîrûsa koronayê ketine.

Tîmên tenduristiyê piştrast dikin ku vîrus ji bajarê Helebê derbasî herêmê bûye û hikumeta Şamê tedbîrên parastinê ji vîrusê nagire.

Di navbera Şehbayê û Helebê de du dergeh hene, yek li navçeya Ehdasê ye û ya duyemîn jî li gundê Dêr Cemal e.

Ew her du dergeh di bin kontrola hêzên hikûmetê de ne. Hêzên hikûmetê şêniyan ji Helebê bêyî ku testa Koronayê ji wan re çêke derbasî Şehbayê dikin.

Der barê vê yekê de Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê gelek caran bang li hikumetê kiriye ku dergehan bigirin lê hikumetê guh nedaye vê bangê û vîrus li herêmê belav bû.

Back to top button