Çeteyan li Mabeta û Cindirêsê 10 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên xwe yên hovane li dijî sivîlan didomînin. Dagirkeran li Efrînê navçeyên wê di nava hefteyekê de nêzî 50 sivîl revandin.

Duh jî, çeteyan bi ser gundê Colaqa yê Cindirêsê de girt û 6 sivîl ji wan jinek revandin.

Navên kesên ku hatine revandin weha ne:

Hisên Osman

Izet Osman

Xelîl Osman

Mistefa Eloş

Osman Reşo

Û jina bi navê Ferîde.

15’ê Tabaxê li heman gundî, çeteyan du şêniyên bi navê Mihemed Nûrî Şêxo û Ebdurehaman Nûrî Şêxo revandin.

18’ê Tabaxê jî, li gundê Şêxotika yê Mabeta çeteyan şêniyê bi navê Esid Mihemed Henan(28) û biray wî Beşar Mihemed Henan (20) revandin.

Çeteyan bi ser gundên Efrînê de girtin û nêzî 50 sivîl revandin

Li gorî çavkaniyên herêmî, Istixbarta Tirk û çeteyên wê bi armanca guhartina demografî û valakirina herêmê ji şêniyên Efrînê, beriya bi hefteyekê dest bi pêngava binçavkirinê kir.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan bi ser gelek gundên Efrînê de girtin û bi bihaneyên cuda nêzî 50 kes revandin.

Her weha ji bo berdana wan jî çete fidye li ser wan disepînin.

Back to top button