Lîbya..Hikûmeta Wîfaqê agirbesteke yekalî ragihand

Herdu aliyên şer yên Lîbyayê agirbestek ragihand.
Netewên Yekbûyî jî hêvkî kir ku bi rêya vê lihevkirinê çareseriya siyasî li welêt pêk were û xwest hemû hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê derkevin.
Misir û Îtalyayê jî, lihevkirin bi erênî pêşwazî kir.

Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbyayê ku navenda wê li Terablusa peytext e, îro daxuyaniyek da û agirbesteke yekalî ragihand û bang kir ku herêmên Sirt û Cefra bibin herêmên bê çek.

Hikûmeta Wîfaqê banga hilbijartinên serokomariyê û parlamanê kir.

Parlemena Lîbî: Divê bi rêya vê agirbestê hemû çete ji welêt derkevin

Piştî daxuyaniya Wîfaqê, Serokê Parlemena Lîbî, Eqîle Salih banga agirbesteke giştî li hemû deverên welêt kir.

Eqîle Salih daxwaz kir ku bajarê Sirtê bibe navendeke demkî ji mecliseke serokatiyê ya nû, ku bi riya gelê Lîbî nêzî hev bibe.

Eqîle Salih got:

“Wê pêkanîna agirbestê rê li pêşiya hemû destwerdanên leşkerî yên biyanî bigire û wê hemû çete û mîlîsên biyanî ji welêt derxîne û careke din wê serweriya welêt vegere.

Aliyên Lîbî: Wê dahata petrolê piştî lihevkirina siyasî were dayîn

Hikûmeta Wîfaqê û Serokê Parlemena Lîbyayê, Eqîle Salih di daxuyaniyên xwe de, destnîşan kir ku wê jinûve hilberîna û firotina petrolê destpê bike û dahata jê were wê di banka Lîbî ya derve de were komkirin.

Hat destnîşankirin ku dahata petrolê, dema ku lihevkirina giştî li welêt bi misogeriya Netewyên Yekbûyî pêk were wê ji bo Lîbyayê were dayîn.

“NY”hêvî kir ku bi riya vê lihevkirinê hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekbûyî li Lîbyayê, Stephanie Williams, lihevkirina agirbestê navbera aliyên Lîbî de bi erênî pêşwazî kir.

Stephanie Williams got ku ew hêvî dikin ku bi riya vê lihevkirinê çareseriya siyasî li welêt pêk were û hemû hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê derkevin.

Williams bang kir ku bi lez hilberîna petrolê û firotina wê li Lîbyayê destpê bike.

Misir û Îtalyayê lihevkirin erênî pêşwazî kirin

Serokomarê Misirê, Ebdulfetah El-Sîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio jî, lihevkirin bi erênî pêşwazî kirin û weke gaveke girîng a ber bi çareseriya siyasî bi nav kirin.

Back to top button