Erdogan dixwaze bi mizgîniyên xapînok temenê xwe dirêj bike

Faşîzma AKP’ê ya ji ber krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyê di tengaviyê de ye, rojane dixwaze bi guhertina rojevê temenê xwe yê deshilatdariyê dirêj bike.
Serokê AKP’ê Erdogan derket pêşberî çapemeniyê û qaşo mizgîniya dîtina gaza xwezayî ya li Behra Reş da.

Lê muxaleftê jî ev hewildanên pûçbûyî yên Erdogan ku dixwaze gel pê bixapîne bi binketî binavkirin û gotin, “Tenê çareseriya derketina ji krîza heyî, rawestandina şerê navxweyî û welatên cîra ne.”

Bi despêka salê re rewşa li nava tirkiyê her ku diçe zehmetir dibe.

Krîza aborî û siyasî ya ku hikumeta faşîst ya AKP-MHP’ê bi serê gel de aniye, êdî civak bihêrs kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan her çiqasî dixwaze leyîstokên xwe yên berê yên xapandina civakê bêxe meryetê jî lê birçîbûna li nava welat planên wê têk dibe.

Roj bi roj lîreyê Tirk li pêşberî Dolarê Amerîkî nirxê xwe winda dike û civak hejartir dibe.

Vê yekê jî hikumeta faşîst ya AKP’ê aniye ber têkçûnê.

Herî dawî îro careke din serokê AKP’ê Erdogan derket pêşiya kamerayê û mizgîniya dîtina gaza xwezayî li derya Reş da.

Erdogan li navenda Dolambahçe û zavayê wî jî li ser keştiyê bi dayîna mizgîniyên xapînok xwestin hêvî û baweriya gel a bi wan nemaye, xurt bikin.

Gunay: Çareseriya krîza heyî rawestandina şerê li herêmê ye

Têkildarî mijarê Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya HDP’ê axivî.

Gunay got,

Êdî zikê gel ji van gotinan têr bûye.

Bi rastî pêdiviya gel ji aramî, pêşketin û aboriyek baş a vî welatî heye.

Eger yên bi rastî li aramî û pêşketina vî welatî difikirin em dikarin rê nîşanî wan bidin.

Berî her tiştî şerê li Libya, Iraqê, Sûriye û Derya Spî rawestînin.

Dest ji polîtîkayên talankirin û wêrankirinê berdin.

Dest ji tayînkirina qeyûman berdin.

Gelo Tirkiye ber bi hilbijartina pêşwext ve diçe?

Faşîzma AKP’ê di demên dawiyê de ku dixwaza civakê bi xapêne, di nava hewildanan de ye.

Ji vekirina Ayasofya weke Mizgeft û qaşo mizgîniyên cuda cuda dixwaze pêşî li têkçûna xwe bigre.

Ev yek jî bi xwere pirsa gelo ji bo hilbijartineke pêşwext ev yek têne kirin tîne rojevê.

Back to top button