Şêniyên gundewarê Dêrazorê daketin qadan û xwestin ku Hikûmeta Şamê, hêzên Îran û Rûsyayê ji gundên wan derkevin.
Bi diruşmeya “Îna rizgarkirinê”, bi sedan şêniyên gundewarê Dêrazorê meşeke girseyî li dar xistin.
Di meşê de pankartên “Ji Rûsya û milîsên Îranê re na”, “Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku gundên me ji Hêzên Îran û Rûsyayê re rizgar bikin” hatin hildan.
Di meşê de, hat xwestin ku rejîma Sûriyê û hêzên Îran û Rûsyayê ji gundên wan derkevin.
Hat gotin ku wê bi QSD’ê, hemû planên derxistina fitneyê li herêmê werin têk birin.