Hunermendên Sûrî û Lubnanî piştgirî da xelkê Hesekê

Hemwextî dewamkirina qutkirina Ava Hesekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, rêjeya piştgiriya bi şêniyên Hesekê re zêde dibe..

Jimarek ji hunermend û lîstkavanên Drama yên Sûriye û Lubnanê, li ser medya civakî piştgirî da Hesekê û siyaseta Dewleta Tirk şermezar kir..

Di wextekê ku piraniya malperên civakî bi haştaga “Hesekê xelas bikin..Hesekê bê av e” hatibû dagirtin, van hunermandan piştgirî da vê kampanyayê û dagirkeriya Dewleta Tirk şermzar kir..

Di heman çarçoveyê de, Malpera “Fen” a Sûriyê jî piştgirî da kampaniyayê û got:

“Zêdeyî milyon Sûrî tî ne, ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye, lê belê tevahiya cîhanê temaşe dike û tevnagere.

Malperê daxwaz kir ku bajarê Hesekê ji siyaseta Tirkiyê were xelaskirin..

Back to top button