Aldar Xelîl: Divê Kurd qeşedanên bilez re amade bin û yekîtiya xwe ava bikin

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku di qada cîhanî de geşedanên bilez rû didin, divê Kurd jê re amade bin û yekitiya xwe pêk bînin.

Aldar Xelîl dazanîn ku tevî astengiyên navendên şerê taybet jî danustandinên yekîtiyê berdewam dikin û ew hewil didin partiyên ku derve mane beşdarê van danustandina jî bikin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl derbarê hewildanên yekîtiya kurdî de ji ajansa Hawarê re axivî.

Aldar Xelîl di hevpeyvînê de pirsa girîngiya yekîtiyê bersivand û diyar kir ku li Rojhilata Navîn û cîhanê de geşadanên bilez rû didin.

Aldar Xelîl got:

“Divê em wek gel ji bo vê pêvajoyê û ji bo azadiya xwe amade bin.

Di vê pêvajoyê de lidarxistina kongreyek niştîmanî giştî li Kurdistanê pêwîstiyek e.”

Aldar Xelîl:Em hewildidin partiyên derve jî beşdarê danustandina bikin

Her wiha Aldar Xelîl dazanîn ku heta niha 24 partîyên kurd ji bo yekîtiyê di bin alekî de kombûne û ew hewildidin Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ya ku li derveyê vê kombûnê maye jî beşdar bikin.

Aldar Xelîl diyar kir ku tevî nêrîn û nuqteyên cuda jî danustandin di navbera her du aliyan de didome.

Aldar Xelîl: Bi eniya Aştî û Azadiyê ve dixwazin tivaqa gelan qirabikin

Aldar Xelîl derbarê eniya Aştî û Azadiyê ku beriya niha ji aliyên hin kesan ve hatibû ragihandin axivî û diyar kir ku bi vê eniyê dixwazin bandoreke neyînî li pêkhateyên ku hatine gel hev bikin.

Aldar Xelîl got:

“Tu wateya vê eniyê di dan û standinên ku niha di navbera aliyên Kurd de çêdibin tuneye.

Armanc ji avakirina mîna vê eniyê ew e ku bibe bedîlê rêveberiya heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Aldar Xelîl: Navêndên şerê taybet ji bo Yektiya Kurdî pêk neyê her tiştî dike

Aldar Xelîl balkişand li ser astengiyên li dijî hewildanên yekîtiyê û diyar kir ku navendên şerê taybet li dijî yekîtiyê her tim dixebitin û naxwazin yekîti pêk bê.

Back to top button