Emîne Osê: Hêzên navneteweyî çavên xwe li êrîşên Tiriyê digire

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo di nava gel de perçebûnê çêkê li herêmê tevlîheviyê derdixe.

Emîne diyar kir ku hêzên navneteweyî çavê xwe li êrîşên dewleta Tirk re digire ev jî hêzê dide Tirkiye.

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê de nirxandin kir

Emîne Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina projeya rêveberiya xweser her cûre rêbazên êrîşan pêş dixe.

Emîne diyar kir ku Tirkiyê sivîlan dikuje, ciwanan dike sîxur da ku tevliheviyê di nava pêkhateyan de derxe û mînaka herî ber bi çav jî bûyerên li Dêra Zorê bûn.

Emîne Osê diyar kir ku tevî belgerkirina sûcên Tirkiyê li herêmê jî hêzên navneteweyî li dijî Tirkiyê ti helwesteke cidî dernexistin holê û çavê xwe lê digirin.

Emîne teqez kir ku deweta Tirk ji bêdengiyên hêzên navneteweyî hêzê digire û êrîşên xwe li dijî herêmê zêde dike.

Emîne Osê: Divê ciwanên herêmê li dijî hewldanên Tirkiyê hişiyar bin

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser li dijî hewldanên Tirkiyê gelê herêmê hişiyar kir û anî ziman ku divê gel li dijî polîtîkeyên qirêj bi rêveberiya xweser re alîkar bin..

Emîne Osê: Berpirsê belavbûna vîrûsê Tirkiye û hikumeta Şamê ne

Emîna Osê balkişand li ser belavbûna vîrûsa coronyê li herêmê jî û piştrast kir ku berpirsê belavbûna vîrûsê li herêmê hikumeta Şamê û dewleta Tirk e.

Back to top button