Li Efrînê Çete hişmendiya tundrew li ser jinan disepînin

Li Efrîna dagirkirî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, belavkirina hişmendiya xwe ya tundrew li ser jinan ferz dikin.

Efrîna ku jinê bi rengê xwe pêşengtî dikir, ji bo wan veguheriye zindaneke tarî..

Di van wêneyan de jî ev yek piştrast dibe.

Komek ji jinan bi cilên reş û girtî, têne perwedekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand ku rêxistina Tex bîle Hidûd ya girêdayî Komên Îslamî yên Tundrew ên ku desteka xwe ji Kiwêt û Qeterê digirin, li Efrînê, hişmendiya xwe ya tundrew li ser jinan ferz dike.

Li gorî rêxistinê, wan li navçeya Mabata panêlek ji jinan re derbarê Ehwal El-Şexsiye, li dar xistiye.

Bi vê yekê re jî bawarî û çanda Efrînê diguherînin û hişmendiya xwe ya tundrew belav dikin.

Back to top button