Hêzên hikumeta Şamê çareke din gundewarên Idlib û deverên Cebel El-Tirukman ê Laziqiyê topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh hikumeta Şamê devera El-Qel’a û hin deverên din li Cebel El-Tirukman ê bakurê Laziqiyê topbaran kirin.
Di heman demê de jî gundewarên Başûrê Idlibê jî topbaran kirin.
145 maşîneyên din ên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn
Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker şandina çekan ji bo Idlibê didomîne û duh 145 maşîneyên din ên leşkerî, derbasî Idlibê kirin.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku ev maşîne ji alavên leşkerî û lojistî pêk dihatin di dergeha Kefer Losîn re, derbasî Idlibê hatin kirin.
Bi derbasbûna vî maşîneyê re, jimara giştî ya maşîneyên ku Tirkiye derbasî Idlibê kirine, bû 9 hezar û 350.