Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî “Mexmûr”, tecrîda li ser Rêber Ocalan bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.
Şêniyên Wargehê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê, tecrîdeke girankirî li ser Rêber Ocalan dimeşîne.
Şêniyên Wargehê bal kişand ser xeteriya belavbûna nexweşiya Coronayê û diyar kir ku di rewşeke wisa de, gelê kurd dixwaze agahiyan li ser rewşa Rêber Ocalan bigre.
Şêniyan teqez kir ku ew ê heta dawiyê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin û banga heman helwestê li gelê Kurd û tevahiya dostan kir.
Şêniyên Mexmûrê di dawiya daxuyaniyê de bang li NY, bi taybet CPT û giştî sazî û dezgehên berpirsiyar kir, ku bi erka xwe li hember tecrîdê rabin.