Têkildarî qedexeya çekan li ser Îranê, YE`ê 1 Îlonê li Viennayê dest bi hevdîtinan dike

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku 1 Îlonê li Viennayê, wê civîna nû ya Komîteya Hevbeş a taybet bi lihevkirina nuklerî ya bi Îranê re, dest pê bike.

Civîna endamên komîteyê wê bi serkêşiya Seroka Buroya Yekîtiya Ewropa ya siyaseta derve ، Helga Schmid li dar bikeve.

Her wiha wê nûnerên Çîn, Fransa, Almanya, Rûsiya, Birîtaniya û Îranê, beşdarî civînan bibin.

Pêncşemê borî, serokê dîplomatên Ewropayê diyar kir ku, ne ji mafê Amerîka ye ku mekanîzmeya Snap-bakê li dijî Îranê bi kar bîne, ji ber ew ne aliyekî lihevkirina nuklerî ye.

Rûsyayê jî hewldanên Amerîka, yên dirêjkirina cezayan li ser Îranê, metirsîdar dibîne.

Back to top button