2 Kesên ji heman malbatê ji gundê Şêxûtka yê Mabeta hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî rojane hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wî ji bê navber dewam dikin.
Çeteyan 2 kesên din ji heman malbatê ji gundê Şêxûtka yê Mabeta revandin.
Li aliyê din çete koçber û malbatên xwe ji deverên din ên dagirkirî tînin û li Efrînê bi cih dikin û hejmara malên fuhûşê jî zêde dikin.

Bêtirî 2 sal û nîv e, li Efrîna dagirkirî hovîtî û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan bê navber didomin.

Li Efrînê revandina şêniyan bi armanca bidestxistina pereyan bê navber dewam dike.

Malpera Afrinpostê ragihand ku çeteyan du bira ji gundê Şêxûtka yê Mabeta revandin û navên wan jî wiha ne;

Beşar Mihemed Henan 20 salî

Es-ed Mihemed Henan 28 salî

Çeteyan ew revandin û birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Pêvajoya guhertina demografî bê navber didome

Her wiha malperê bal kişand ser guhertina demografî li herêmê û diyar kir ku dagirker bi cihkirina malbatên xwe û koçberan li Efrînê didomînin.

Serçete bi armanca pereyan malên fihûşê zêde dikin

Piştî ku Efrîn dagir kirin, fihûş jî zêdekirin.

Li gorî malpera Afrinpostê, ji ber ku çete bi hejmarên zêde diçin şerê Lîbyayê, qaşo jinên wan bi tenê dimînin, ji ber vê yekê rewşên fihûşê zêde dibin.

Çavkaniyan dan zanîn ku vê dawiyê jineke Helebî bi piştgiriya serçeteyan maleke fihûşê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê vekir û got;

200 jinên çeteyên ku çûne şerê Lîbya li mala fihûşê kar dikin.

Back to top button