WHO: Hêviya me ji kêmî 2 salan dawî anîna vîrûsê ye

Vîrûsa Corona ku ev zêdeyî 9 mehane bûye bela serê Cihanê, hê jî ti dermanek jêre ne hatiye dîtin.
Serokê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) got ku ew hêvî dike kêmî du salan dawî li vîrûsê bînin.

Li paytexta Swîsre Cenevê di di civîneke çapemeniyê de , Serokê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê Dr. Tedros Adhanom Gebreyesus got,

Vîrûsa Spanî ku di 1918’an de serî hilda, du salan li ber xwe de heta ku bi dawî hat.

Ghebreyesus diyar kir ku ew hêvîdar in di heman demê de vîrûsa Corona jî bi dawî were.

Gebreyesus kombûnên giştî weke sedema sereke ya belavbûna vîrûsê destnîşan kir û tevgera zêde ya nava welatan jî rexne kir.

Heta niha li ser asta cîhanê zêdeyî 23 milyon kes bi vîrûsê ketine, ji wan bêtirî 803 hezar kes mirin û nêzî 16 milyon kes jî baş bûne.

Back to top button