Asayîşa PDK’ê nahêlê şêniyên Şêladizê li dijî dagirkeriya Tirk çalakî pêk bînin

Li bajarên Zaxo, Dihok, Hewlêr ên di bin serweriya PDK’ê de nearamî serwer e.
PDK ji aliyê siyasî û aborî ve nema dikare pirsgirêkên xelkên Başûrê Kurdistanê çareser bike.
Ji ber vê jî dest bi girtina rojnamevan, siyasetmedar, çalakgeran kiriye.
Ji bo pêşî meşa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bigre jî li Şêladizê qedexeya derketina derve ragihand.

Li herêmên di bin desthilatdariya PDK’ê de cihên wek behdînan, Dihok, Zaxo, Hewlêr nearamî serwer e.

Xelkên van deveran ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û helwesta hikûmeta Başûr bi hêrs in.

Bûyera gundê Baniyê bû sedema teqîna gel a li hember dagirkeriyê.

Artêşa Tirk a dagirker duh ket gundê Banikê yê bajaroka Batûfa ya bi ser Zaxoyê û malên xelkê talan kir û hilweşand.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şêniyên Şeladizê îro xwestin dakevin qadan.

Lê PDK’ê li şûna ku li ber artêşa Tirk a dagirker rabe, ji bo şêniyên Şêladizê li dijî dewleta Tirk danekevin qadan qedexeya derketina derve li Şêladizê ragihand.

Ev dîmen qedexeyê piştrast dike. Di dîmenan de tê dîtin hemû kargeh girtîne û kolan vik û vala ne.

Asayişa PDK’ê 33 rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl girtiye

Asayîşa PDK’ê ne tenê li dijî şêniyên Şêladizê, kesên ku li dijî dagirkeriya derdikeve, kesên ku behsa mafên xwe dike, li dijî paşxistina muçeyan derdikeve hemûyan xistiye armanc.

PDK ji bo pêşiya daxwazên rewa yên çalakgeran bigre dest bi girtina rojnamevan, siyasetmedar, çalakgeran kiriye.

Di nava 2 mehên dawî de asayîşa PDK’ê 7 jê rojnamevan 33 çalakvanên civaka sîvîl binçav kiriye. Bê ku ev 33 kes werin dadgeh kirin niha di zindanê de ne.

Ji bilî vê gelek şofêrên ku bertek nîşanî hikumetê dan, li Zaxo hatin binçavkirin.

Tevgera Azadî dijî binçavkirinan serî li 36 navenda da

Her wiha Tevgera Azadî jî li dijî pêla binçavkirin û girtina endamên xwe li Dihok, Hewlêr, Zaxoyê ji aliyê Asayişa PDK’ê ve di nav hewildanan de ye.

Tevgera Azadî ji bo endamê wan were berdan daxwaznameyeke nerazîbûnê pêşkêşî 36 konsolosxane, nûnertî û rêxistinên navnetewî kir

Berpirsê Desteya Dîplomasî ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ji bo hemû dengên azad werin berdan wê têkoşîna xwe bidomînin û bêdeng nemînin.

Back to top button