HPG: Li Heftenîn û Xakurkê 12 leşkerên Tirk hatin kuştin

Artêşa tirk a dagirker li bakur û başûrê kurdistanê derb li ser derbê ji gelîla dixwe. Di çalakiyên gerîla yên li Heftenîn û Xakurkê de 12 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.

Her wiha li herêmên, Şêrt, Bidlîs û Şirnexê şerên dijwar diqewimin. Li Ebexa Wanê jî çalakiyek ya sabotajê hate lidarxistin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji Heftenîn ya başûr heta Wan ya bakurê kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk rêze çalakî pêk anîn.

Di çalakiyan de derbên giran li dagirkeriya dewleta tirk hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji 29’ê Hezîranê heta 21’ê Tebaxê li herêmê gerîlayan gelek çalakî li dar xistine û şerên giran çêbûne.

HPG’ê têkildarî şer û çalakiyan ev agahî bi raya giştî re parve kir;

21’ê Tebaxê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gerîlayan li Girê Qesroke yê qada Partîzanê du çalakiyên sekvaniyê pêk anîn û 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê danê sibehê de dema konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li herêma Xakurkê ji Girê Kevortê ber bi Girê Lêlikanê diçû, bû hedefa gerîlayan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li konvoyê hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di dema çalakiyê de pêşmergeyê bi navê Nevrat Reşî dema çû alîkariya leşkerên Tirk, bi êrîşa leşkeran bi giranî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê qad bombebaran kir û 3 caran mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxist.

23’ê Tîrmehê li qada Geliyê Bombat a Şîrwana Sêrtê di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker şer çêbû.

Di şerê ku 5 rojan dewam kir de, gerîla Zinar û Egîd heta fîşekên xwe yên dawîn li ber xwe dan û ehîd bûn.

11’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin û şer çêbû.

Di vî şerê du rojan de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwar û piştre bi balefirên şer qad bomberdûman kir.

Di vê bomberdûmanê de gerîla Qehreman Kendal, Asmîn û Amara şehîd bûn.

HPG’ê dazanîn ku wê têkildarî nasnameyên gerîlayên şehîd dema pêş de agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin.

17’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Marînos a Elkêya Şirnexê operasyoneke dagirker da destpêkirin.

Di heman rojê de di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk jî şerekî giran çêbû.

Di van şeran de gerîla Demhat piştî şerekî bi qehremanî şehîd bû.

Di van şeran de hejmara leşkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Back to top button