Yekîtiya Afrîkayê bang li aliyên Lîbî kir ku li gorî agirbestê tevbigerin

Yekîtiya Afrîkayê bang li aliyên Lîbyayê kir ku li gorî agirbesta li welêt hatî ragihandin tevbigerin.

Serokê Komeseriya Yekîtiya Afrîkayê, Mûsa Fekî agirbesta ku duh navbera aliyên Lîbyayê de pêk hat, bi erênî pêşwazî kir.

Mûsa Fekî ev agirbest weke rêya yekane ji bo bidawîkirina şerê li Lîbyayê bi nav kir û daxwaz ji aliyan kir ku li gorî vê agirbestê tevbigerin.

Fekî destnîşan kir ku ev lihevkirin wê gavên destpêkirina diyalogê hêsan bike.

Duh Hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê û parlemena Lîbyayê agirbest ragihandin.

Serokê Parlemena Lîbyayê Eqîle Salih destnîşan kir wê pêkanîna agirbestê rê li pêşiya hemû destwerdanên leşkerî yên biyanî bigire û wê hemû çete û mîlîsên biyanî ji welêt derxîne.

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Komkara Erebî tevî gelek welatên Ereb û Rûsayê jî ev lihevkirin bi erênî pêşwazî kir.

Back to top button