Hunermendên Sûrî û Libnanî piştgirî da şêniyên Hesekê

Hunermend û saziyên sivîl ji ber birîna avê li ser Hesekê dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe bi xelkê Hesekê re anîn ziman.

Gelek hunermendên li Sûriyê û Libnanê li ser malperên civakî bi haştaga “Hesekê xelas bikin..Hesekê bê av e” piştgirî dan xelkê Hesekê û dagirkeriya dewleta Tirk şermzar kirin..

Di heman çarçoveyê de, Malpera “Fen” a Sûriyê jî piştgirî da kampaniyayê û got:

“Zêdeyî milyonek Sûrî tî ne, ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye, lê belê tevahiya cîhanê temaşe dike û tevnagere.

27rêxisitnên Bakur û Rojhilatê Sûrî dijî qutkirina avê derketin

Her wiha 27 rêxistinên hiqûqî û saziyên civaka sivîl derbarê qutkirina ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê daxuyaniyek dan

Rêxistinan diyar kirin ku li gorî qanûnên navnetewî qutkirina avê sûcekî şer e, divê sînorek ji dewleta Tirk a dagirker re were danîn.

Back to top button