Li Derayê hêzên bi ser Îranê amadekariya şer û biserdegirtina malan dikin

Li gundewarên Derayê, rageşiya di navbera hêzên bi ser Îranê û xelkê bajêr de zêde bûye.

Li gundewarên rojava yên Dera yê jî, alozîya di navbera firqeya 4’ê ya bi ser Îranê û şêniyên parêzgehê zêde bûye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarên nenas êrîşî leşkerên hikûmetê û alîgirên wê dikin.

Ji ber vê yekê firqeya 4’ê û istixbarata hikûmeta Şamê wê pêngaveke biserdegirtina malan destpê bikin.

Li gorî çavdêriyê wê pêngav li herêmên Mizêreb, Yadûde û Til Şihab ê gundewarê Derayê pêk werin.

Back to top button