Şaneyeke DAIŞ’î endameke Asayîşê li Dêra Zorê girt û êşkence kir

Şaneyeke DAIŞ’î endameke Asayîşê li Dêra Zorê girt û êşkence kir û gefa serjêkirinê lê xwar ku ger di karê xwe de dewam bike.

Li gorî agahiyan, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê, endamê asayîşê ya Dêrazorê yê bi navê Abdullah Ehmed El-Remedan revandin.

Hat zanîn ku Abdullah dema ji navenda Hewayîc a li gundê Sawayê yê rojavayê Dêrazorê vedigeriya, hate revandin.

Çeteyên şaneyê li Abdullah xistin û bi alavên tûj ew êşkence kirine.

Her wiha gef lê xwarin ku heke karê xwe di nava Hêzên Ewlekariyê de bernede wê were serjêkirin.

Çeteyan piştî Abdullah êşkence kirin ew avêtin baxçeyekî nêzî mala wî ya li gundê Sawayê.

Abdullah Ehmed El-Remedan ji bo nexweşxaneyê hat rakirin û ji bo girtina sûdaran jî hêzên ewlehiyê ketine tevgerê.

Back to top button