Çeteyan jinek êşkence kir, yek jî tevî 2 zarokên wê revandin

Li Efrîna dagirkirî, di nava bêdengiyeke navdewletî de, sûc û kirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber tên kirin. Çeteyan li navçeya Bilbilê êrîşî malekê kir, jin û zarok êşkence kirin û xwestin malê desteser bikin. Her wiha çeteyan jinek û 2 zarokên wê jî ji navenda bajêr revandin. Jixwe êdî diziya endamên laşê şêniyan jî dikeve lîsteya sûcên dagirkeran.

Êdî li Efrîna dagirkirî, sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê tevahî zagonan binpê dikin.

Di vê çarçoveyê de, Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk bi ser malekê li navçeya Bilbilê de girt.

Çavdêriyê teqez kir ku çeteyan bi armanca desteserkirina malê, jin û zarok êşkence kirin û ji bo malê vala bikin jî demeke kin daye xwediyê wê.

Li aliyekî din, Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ragihand ku çeteyan li navenda bajêr jinek û 2 zarokên wê ber bi cihekî nediyar ve revandine.

Dewleta Tirk endamên laşê şêniyê bi navê Nîdal dizîn

Jixwe dîziya endamên laş jî, êdî dibe tiştekî ji rêzê..

Malpera Çalakvanên Efrînê eşkere kir ku dewleta Tirk di nexweşxaneyeke li Mêrsînê de, endamên laşê şêniyekî Kurd ê bi navê Nîdal ê ji navçeya Cindirêsê dizîne.

Rêxistinê da zanîn ku Nîdal bi armanca emeliyata dil çêke, çûye nexweşxaneyê, lê piştî çend saetan hatiye gotin ku ew miriye.

Malbatê jî piştî ku cenaze girt, dîtin ku endamên laşê wî tev hatine dizîn.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, çeteyan 19’ê Tebaxê zarokeke 14 salî bi navê Selwa Ehmed Şaşo ji navenda bajêr revand û birin girtîgeha li gundê Emara ya Mabatayê.

Çeteyan piştî ku fidiyê ji malbatê standin, ew berdan.

Back to top button