Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 27 rewşên nû yên Coronayê hatin tomarkirin û 3 kesên din jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku ji van her 27 kesan;
12 li Qamişlo
2 li Dêrikê
4 li Hesekê
Yek li Rimêlan
Yek li Tirbespî
Yek Li Dirbêsî
3 li Amûdê û
3 jî li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan eşkere kir jî ku hersê kesên mirine jî, yek jê li Qamişlo, yek li Reqa û yê din jî li Şehbayê ye.
Dr. Ciwan her wiha da zanîn ku 7 kesên din ji nexweşiyê rehet bûne.
Bi van daneyên nû, jimara pêketiyan dibe 354, ji wan 58 baş bûne, 22 jî jiyana xwe ji dest daye.