Leyla Guven: Kesên planên rûxandinê kirin niha bixwe dirûxin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku kesên planên rûxandinê dikirin, ew bixwe rûxiyan. Leyla Guven da zanîn jî ku Ocalan, di çareserkirina pirgirêka Kurd de şensekî mezin e û eger dewlet di mijara tecrîdê de gavekê bavêje wê li Tirkiye, aştî û demokrasî bi ser bikeve.

Heyeta KCD, HDK û DBP’ê duh di çarçoveya asta sêyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokratîjk a HDP’ê de, li Îzmîrê serdana rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven di serdanê de li ser krîza ku dewleta Tirk dijî axivî.

Leyla Guven, destnîşan kir ku eger li welatekî nelirêtî, betalî û zilm hebe ev yek belavî her derê welêt dike.

Heseroka KDC’ê anî ziman ku cihê ku zilm lê hebe, li wir berxwedêr jî hene. Divê îro dengê berxwedêran zêdetir derkeve.

Ji bo peyamên Davûtoglû û Babacan ên der barê gelê Kurd de jî, Leyla Guven dibêje:

“Evan kesan planên rûxandinê kirin.

Digotin ‘eger em Kurdan bikujin, dê bi navê Kurdan tiştek nemîne.’

Lê vê yekê ji bîr kirin ku êdî tu tişt ne wekî berê ye.

Kurd ne Kurdên berê ne. Lewma kesên planên rûxandinê kirin, niha bixwe dirûxin.”

Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd şensek e, vê fersendê ji dest nebin

Leyla Guven herî dawî bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û got:

“Ji felsefeya Birêz Ocalan ditirsin. Paradîgmaya ku Ocalan daniye, paradîgmayeke pir xurt e, lewma tecrîdê pêk tînin.

Piştî çalakiya me ya li dijî tecrîdê, cardin hevdîtin dest pê kirin.

Ocalan, di çareserkirina pirgirêka Kurd de şensekî mezin e. Vê firsendê ji dest xwe nebin

Eger hûn di vî warî de gavinan bavêjin, wê li Tirkiye, aştî û demokrasî bi ser bikeve.”

Back to top button