Civîn û hevdîtinên navnetewî ji bo danîna Destûra Bingehîn a Sûriyê, careke din dest pê dikin. Cîgirê Seroka Desteya Rêveber a MSD Hikmet Hebîb eşkere kir ku ev civîn li gel nebeşdarbûna hêzên çalak li ser erdê û necidîbûna hêzên navnetewî di çareserkirina aloziya Sûriyê de, wendakirina demê ne.
Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê ya ji bo çareserkirina aloziyê, vê Duşemê dest bi civînên xwe dike.
Têkildarî mijarê, Cîgirê Seroka Desteya Rêveber a MSD Hikmet Hebîb axivî.
Hebîb dibêje:
“Lidarxistina van civînan di vê qonaxê de, wekî civînên berê wendakirina demê û pêşbirkeke demdirêj e, ji ber ku nûnertiya gelên Sûriyê di asta erdnîgarî û herêman de, ne jî di asta rêveberiyan de, nake.”
“Bi şêwazekî şaş destûreke rast nayê amadekirin”
Hebîb eşkere kir ku “ev komîte di navbera lihevkirinên Astana û Soçî de ji aliyê Tirkiyê, Îran, Rûsya û hikumeta Şamê ve sînordarkirî ye û pir dûrî rastiya li ser erdê ye, lewma gelek nûnerên gelên Sûriyê hatine bidûrxistin.”
“ji ber dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî, wê civîn têk biçin”
Hikmet Hebîb dibêje:
“Dûrxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriyê Demokratîk ji danûstandina komîteya destûrî, wê bibe sedema têkçûna van civînan.”
“Em encamên van civînan nas nakin”
Cîgirê Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb helwesta xwe ji van civînan wiha nîşan da:
“Ji ber em beşdarî van civînan nabin, encamên wan jî me eleqedar nakin.”
Komîteya destûrî di Mijdara 2019’an de civînên xwe yên dawî li dar xistibûn, ji wê demê û şûn de, ev civîna yekemîn e ku wê bê lidarxistin.
Li gel nebeşdarbûna nûnerên rasteqîn yên gelên Sûriyê, nîşaneyê serkeftina van civînan jî mîna yên berî, xuya nakin.