Li Tirbespiyê saziyeke madeyên xwarinê hat vekirin

Ji bo başkirina rewşa aboriya herêmê, Desteya Aborî û Çandiniyê saziyeke madeyên xwarinê li navçeya Tirbespiyê vekir.

Bi amadebûna hevserokê Desteyê Selman Barûdo, Saziya madeyên xwarinê ya bi navê “Newroz” li navçeya Tirbespiyê vebû.

Di vê saziyê de, hemû madeyên xwarin û paqijiyê û pêdiviyên malan hene.

Selman Barûdo diyar kir ku vekirina vê saziyê yek ji biryarên Şaneya Aloziyê ye û armanc jê kêmkirina zehmetiya aloziya aborî li ser herêmê ye.

Barûdo piştrast kir ku wê made bi buhayên guncaw bên firotin û rê li pêş keyzbaziya bazirganan bigire.

Back to top button