California..500 hezar hektar daristan şewitin û 6 kes mirin

Li Eyaleta California a DYA yê 7 roje şewat berdewam dike.
Di dîroka welat de ev şewat weke şewata herî mezin ya sêyemîn tê dîtin û heta niha 500 hezar hektar daristan şewitiye.
Darên ku temenê xwe 2000 hezar salîne şewitîn û bûn xwelî.
Serokê DYA Donald Trump jî California weke herêma karasatê binav kir.

Şewat, duman û wêranî.

Atmosfer ji dumanê hatiye girtin.

Ev 7 rojin li vir şev û roj her wiha ye.

Ev der eyaleta California ya Emerîkayê ye.

Ji ber şewata ku ev hefteyeke dewam dike 500 hezar hektar daristan şewitî û bû xwelî.

Li welat heta roja îro yek ji şewata herî zêde ya li herêmê derketiye.

Ji bo vemirandina agir, zêdeyî 14 hezar xebatkarên timên agirkujê kar dikin.

Tenê di nava hefteyekê de li eyaletê 585 bûyerên şewata daristanê li herêmê pêk hatine.

Heta niha nêzî 6 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Bagera zêde ya li herêmê dibe sedema ku agir bilez bigihêje cihê niştecihan.

Bi armanca parastinê bi hezaran kes ji malên wan hatine derxistin.

Ji bo vemirandina agir jî ji bejahî û hewayî xebatek zêde tê kirin.

Lê ji ber bayê xurt heta niha agir ne hatiye vemirandin.

Waliyê California jî ragihand ku şewata li başurrojavayê herêmê, yek ji 3 şewatên herî mezin ya li herêmê ye.

Li eyaletê parka xwezayî ya ku têde darên temenê xwe 2000 salî heyî jî şewitîn û bûn xwelî.

Hefteya derbasbûyî li eyaletê tevî pileya germahiyê ya herî zêde hate dîtin jî, lê tevî piştî wê baran hat jî nêzî 12 hezar birûsk li herêmê ketibûn.

Tevî hewaya zuha birûskên ku hetine û baya zêde, bû zedema di demek kin de şewat li herêmê belav bibe.

Serokê DYA Donald Trump jî rewşa li herêmê bi karasat binav kir.

Back to top button