Çeteyan li Efrînê û navçeyên wê jê jin û zarok 7 sivîl revadnin

Li Efrîna dagirkirî, kirayrên dewleta Trik a dagirker yên hovane li dijî şêniyan didomin.Li navenda Efrînê û navçeyeên wê çeteyan ji wan jin û zarok 7 sivşl revandin, li navçeya Cindirêsê jî mala sivîlekî dertser kirin.
Her weha dewleta Tirk di nexweşxaneyeke li Mêrsînê de, endamên laşê şêniyekî Efrînê dizîne.

Dewleta Trik a dagirker û çeteyên wê ji bo guhartina demografiya Efrînê kirinên hovane li dijî sivîlan pêk tînin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn ragihand ku li navenda Efrînê,çeteyan jinek û 2 zarokên wê ber bi cihekî nediyar ve revandin.

20’ê Tîrmeha derbas bûyî, li navçeya Reco, çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Osman Bekir ê (48) salî revand.

Malpera Efrîn post jî diyar kir ku Çeteyan li gundê Meydana ya Şera du şêniyên bi navê Ibrahîm Dewd û Hisnî Şêx Mihemed revandin.

Li gundê Korkana Jorîn yê Cindirêsê jî, çeteyan şêniyê bi navê Fewzî Neşet Hesen revand.

Li Cindirêsê çeteyan mala sivîlekî destser kir

Li aliyek din, malperê da zanîn ku li heman gundî bi bihaniya ku hevjîna Hesen Arif Osman di komîna gund de dixebitî ye, çeteyan mala wî desteser kir.

Ger ku Arif hevjîna xwe radestî çeteyan neke, wê gefa ji gund derxistinê lê bê kirin.

Dewleta Tirk endamên laşê şêniyê bi navê nîdal dizîn

Ji xwe dîziya endamên laş jî, êdî dibe tiştekî ji rêzê..

Malpera Çalakvanên Efrînê eşkere kir ku dewleta Tirk di nexweşxaneyeke li Mêrsînê de, endamên laşê şêniyekî Kurd ê bi navê Nîdal ê ji navçeya Cindirêsê dizîne.

Rêxistinê da zanîn ku Nîdal bi armanca emeliyata dil çêke, çûye nexweşxaneyê, lê piştî çend saetan hatiye gotin ku ew miriye.

Malbatê jî piştî ku cenaze girt, dîtin ku endamên laşê wî tev hatine dizîn.

Back to top button