
Gerîlayan li herêmên Xakurkê û Heftenînê yên başûrê Kurdistanê li artêşa Tirk ya dagirker xistin û di encamê de 4 leşker hatin kuştin û çeperek jî hate rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Heftenîn û Xakurkê de bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir:
22’ê Tebaxê gerîlyên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li qada Şehîd Şîlan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvaniyê kirin û leşkerek hate kuştin.
Heman rojê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Girê Koordîne yê Qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê li dijî leşkeran çalakiyek li dar xist.
Di vê çalakiyê de çepereke dagirkeran hat rûxandin û 3 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.
HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji bo bîranîna Fermandar Egîd Garzan û 2 fermandarên artêşa Iraqê yên bi hev re şehîd bûne, hate lidarxistin.