Xebatên çareserkirina pirsgirêka nan jî dewam dikin.
Piştî Qamişlo wê 7 berekeyên nan li taxên Hesekê jî werin danîn.
Rêveberiya Firinan a Hesekê bi armanca çareserkirina pirsgirêka nan û rê li pêşiya li hevkombûnên li ber firinan bigire, 7 berekeyên nan li taxên bajêr danî.
Ev bareke wê rojane bi rêya komînên li taxan nan belav bikin.
Rêveberê Rêveberiya firinan ên Hesekê Raad Mihemed derbarê mijarê de axivî û got,
Ji bo nan li tevahiya taxan belav bibe me 7 bareke amade kirin.
Em ê van berakeyan li taxên Til Hecer, Nasra, Salihiyê û Ezîziyê deynin.
Raad Mihemed da zanîn ku wê her sê komîn girêdayî berekeyekê bin û wê nan bi rêya kartan li şêniyan belav bibe.