Koalîsyona Navnetewî baregeha leşkerî ya Tacî radestî Iraqê kir

Koalîsyona Navneteweyî Baregeha Leşkerî ya Tacî tevî amûrên leşkerî bi temamî radestî Iraqê kir.

Berdevkê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resul ragihand ku Baregeha Leşkerî ya li bakurê Bexdayê bi temamî radestî artêşa Iraqê hate kirin.

Ev baregeha 8’an e ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî radestî Iraqê dike.

Yehya Resul destnîşan kir ku li Baregeha Tacî 47 hezar leşkerên Iraqê ji aliyê pisporên leşkerî yên koalîsyonê ve hatine perwerdekirin.

Hêzên Koalîsyonê eşkere kir ku baregehe bi hemû amûrên di nava beregehê de hatiye radestkirin ku buhayê 347 milyon dolar bû.

 

Back to top button