Hesekê..sibe êvarê wê av ji bîrên Himê bighêje şêniyan

Hevserokê Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê Nîdal Mehmûd da zanîn ku ew ê sibe di saetên êvarê de avê ji bîrên Himê bidin şêniyan.
Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî derebarê stasyona Elok axivî û bang kir stasyon ji destê dewleta Tirk bê derxistin.

Çavê şêniyên bajarê Hesekê li hêviya dîtina hatina avê ye.

Xebatên ji bo projeya Himê ya kolandina 50 bîrî jî dewam dike.

Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê bi hemû hêza xwe dixebite û hewl dide di zûtirîn dem de avê bighîne bajar.

Hevserokê Rêveberiya Avê Nîdal Mehmûd ji Ronahî TV re axivî û diyar kir ku roja duşemê ango sibe di saetên êvarê de wê av ji bîrên Himê bighêje şêniyan.

Nîdal Mehmûd anî ziman ku her çiqasî ava bîrên Himê têrê şêniyan neke jî lê ew ê bi hemû derfetan avê belav bikin.

Tê payîn ku îro di saetên êvarê de xebatên kolandina 25 bîrên din jî yên projeya Himê bi dawî bibe.

Her çiqasî Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê hewl dide projeya Himê di demeke nêz de bidawî bike jî lê ev proje nabe alternatîf ji Elok re.

Niha stasyona Elok jî di destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye û avê li ser bajêr de bernadin.

Dagirker avê li ser Hesekê de bernadin

Îro careke din çeteyan av li ser Til Temirê berda lê şêniyên navçeyê dibêjin ne diyare ku careke din qut bikin yan na.

Berpirsê beşê avê yê şaredariya gel a Til Temir Xalid Mihemed Elo jî diyar kir ku ew jî nizanin bê ka av wê qut bibe yan na.

Divê stasyona Elok ji destê dewleta Tirk were derxistin

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina avê li ser zêdeyî milyonek kesî, sûcên dijî mirovahiyê dike.

Ebdulxenî Oso bang li Hêzên Cîhanê kir ku stasyona Elok ji destê dewleta Tirk derxînin.

Back to top button