KCK: PDK, dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re daxuyaniyek da û diyar kir PDK, PKK’ê û gerîla weke sedema van êrişan nîşan dide û êrîşên dewleta Tirk rewa bike.
KCK’ê bang li PDK’ê kir ku ji bo berjewendiyên teng ên partiyê dahatuya gelê Kurd nexe xeteriyê û bi ti rengî nebe hevkarê êrîşên dewleta Tirk û ji bo yekîtiya kurd bi rola xwe rabe.
KCK’ê da zanîn ku wê Kurd bi yekîtiya neteweyî êrişan têk bibin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdsitanê, polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirina kurdan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê, dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirina kurdan bibe serî.

KCK’ê dazanîn ku dewleta Tirk ji bo bigîhîje armanca xwe jî dixwaze hêzên kurd hev bide şerkirin.

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk êrîş dike PDK jî bi israr PKK’ê weke sedema êrîşan nîşan dide û êrîşên dewleta Tirk û dagirkeriya wî ya Rojava û Başûrê Kurdistanê rewa dike.

KCK: PDK bi gotin û polîtîkayên xwe ketiye xefika dewleta tirk

KCK’ê da xuyakirin ku PDK bi gotin û polîtîkayên xwe ketiye nav komploya dewleta Tirk û got:

“Em ti caran şerekî navxweyî yê Kurd naxwazin.

Zînî Wertê hatiye asteke wiha ku were maneya dorpêçkirina gerîla.

Li vir 3 fedayiyên Kurd bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk şehîd bûne.

Li gel vê jî em bi bêhnfirehî nêzîk bûn û me xwe ji pevçûnê da alî.

Lê di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk li dijî gelê me şerê qirkirinê dike û êrîşê tîne ser qadên gerîla, PDK hê jî bi ser me de tê.

Li ser gerîla ferz dike û dibêje; ya hûn ê teslîm bibin û li dijî dewleta Tirk şer nekin, ya jî em ê bi hêzên xwe yên leşkerî têkevin qadên we.

Bi nêzîkatiyên nerm û bi hevdîtinan me xwest ku em vê rewşê çareser bikin.

Lê piştî êrîşên dewleta Tirk helwesta PDK’ê li gel hemû nêzîkatiyên me yên çêker jî bûye bi rengê bersivdaneke ne bi xweşî.”

KCK: Li dijî polîtîkayên qirkirinê em yekîtiya neteweyî ava bikin

KCK’ê li dijî polîtîkayên qirkirina kurdan bang li gelê Kurd kir da ku bi yekîtiya netewî êrişan têk bibin.

Her wiha KCK’ê bang li PDK’ê jî kir ku berjewendiyên xwe yên deng, hizbî ên rojane bide aliyekî nebe hevkarê êrîşên dewleta Tirk, bi tevlêbûna nav xebatên yekîtiya Kurd, di hewldanên parastina hemû destketiyên Kurd û statûya destxistî de bi rola xwe rabe.

Back to top button