Li Başûrê Kurdistanê..li gelek bajaran gel daketin qadan û banga hilweşandina hikûmetê kirin

Li Başûrê Kurdistanê duh li gelek bajaran welatî daketin qadan û banga hilweşandina hikûmetê kirin. Di van xwepêşandanan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.
Derbarê rewşa aborî ya xirab jî, parlamenterên herêmê banga lêpirsîna Serokwezîr Mesrur Barzanî û Cîgirê wî Qubat Talabanî kirin.

Duh li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li dijî hikûmeta heyî hatin lidarxistin.

Di hemû xwepêşandanan de daxwaza hilweşandina desthilatê hate kirin.

Li Silêmaniyê welatî li parka Azadî kom bûn û xwepêşandan li dar xistin. Her wiha di navbera xwepêşander û asayîşê de alozî derket.

Li Kelarê jî welatî daketin qadan û avahiya qeymeqamtiyê şewitandin. Hêzên asayîşê jî gule bi ser welatiyan berdan.

Li gorî agahiyan, hin ciwan hatin binçavkirin, piştre hatin berdan.

Li Helebceyê jî heya derengiya şevê xwepêşandan dewam kirin.

Xwepêşanderan beşek ji avahiya qeymeqam, navendek polîsên trafîkê û beşek ji avahiya şaredariyê şewitandin.

Di xwepêşandanê de 3 bi guleyan 6 kes birîndar bûn.

Her wiha li navçeya Ranyayê jî xwepêşandan pêk hatin û gelek kes birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin.

Tê gotin li vir jî 2 kes bi guleyê birîndar bûne.

Bi heman armancê xelkên germiyanê jî li qadan bûn.

Li Hewlêr, Behdînan û Şêladizê jî ji bo pêşî li çalakiyên gel were girtin, herêm bi asayîş û leşkeran hat dagirtin.

Tê gotin li Dihok û Hewlêrê gelek kes hatin binçavkirin.

Parlamenteran banga lêpirsîna Mesrûr Barzanî û Qubat Talabanî kirin

Li aliyê din, derbarê kêmkirina mûçeyan û rewşa aborî ya xirab de, îro 24 parlamenterên Başûrê Kurdistanê banga lêpirsîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubat Talabanî û Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab kirin.

Parlamenterên serbixwe yên ji komên YNK, Tevgera Goran, Tevgera Azadî û Komeleya Îslamî bang li serokatiya parlamentoya herêmê kirin ku ji bandora partiyan derkeve û li cem bêkar û birçiyan cih bigire.

Back to top button