Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku agirbesta ji aliyê Hikûmeta Wîfaqê ve hatiye ragihandin, ji bo raya giştî, xapandinek e.
Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî bi agirbesta ragihandî, dixwaze raya giştî bixapîne, ji bo dest bi planên veşartî bike.
El-Mismarî eşkere kir ku gelek hêzên artêşa Tirk xwe li dora bajarê Sirtê kom kiriye û di amadekariyên şer de ne.
El-Mismarî da zanîn ku îro Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar serdana Terablusa peytext kir û biryara êrîşa li ser Sirtê da.
Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got ku ew li dijî hemû hewildanên Tirkiyê yên dagirkeriya xaka welêt amade ne û wê bersivên dijwar bidin.