Rêveberiya Avê ya Hesekê: Îro wê av ji bîrên Himê bigihêje şêniyan

Hevserokê Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê Nîdal Mehmûd ji televîzyona me re da zanîn ku ew ê îro êvarî, avê ji bîrên projeya Himê bidin şêniyan. Hevserokê Rêveberiyê dibêje “her çi qas em dizanin wê ava van bîran têrê neke jî, lê ew ê bi hemû derfetên xwe avê belav bikin.

Çavên şêniyên bajarê Hesekê li hêviya hatina avê ne.

Xebatên ji bo projeya Himê ya kolandina 50 bîrî jî dewam dikin.

Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê bi hemû hêza xwe dixebite û hewl dide di zûtirîn dem de avê bighîne bajêr.

Hevserokê Rêveberiya Avê Nîdal Mehmûd ji Ronahî TV re axivî û diyar kir ku îro di saetên êvarê de wê av ji bîrên Himê bighêje şêniyan.

Nîdal Mehmûd anî ziman ku her çi qasî ava bîrên Himê têrî şêniyan neke jî, lê ew ê bi hemû derfetan avê belav bikin.

Her çi qasî Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê hewl dide projeya Himê bixe xizmetê jî, lê ev proje ji Stasyona Elok re nabe berdêl.

Niha Elok di destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye û avê bi ser bajêr de bernadin.

Dagirker avê bi ser Hesekê de bernadin

Çeteyan duh careke din av li ser Til Temirê berda, lê şêniyên navçeyê dibêjin ne diyar e ku dîsa qut bikin an na.

Berpirsê beşê avê yê şaredariya gel a Til Temir Xalid Mihemed Elo jî diyar kir ku ew jî nizanin bê ka av wê qut bibe yan na.

Back to top button