Endamê Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Başûrê Kurdistanê Nerîman Ehmed da xuyakirin ku endamekî wan î din li Hewlêrê hatiye girtin.
Ehmed diyar kir ku berî 4 rojan Asayîşa Daretû ya Hewlêrê bi behaneya dernexistina destûra nîştecihbûnê, endamê wan Mahir Ezîz binçav kiriye.
Mahîr Ezîz berî 2 salan jî ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû binçavkirin.
Zêdeyî 15 rojan di girtîgehê de mabû û hatibû êşkencekirin.
Di nava 20 rojên borî de, tevî Mahir Ezîz, 6 endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Hewlêrê hatine binçavkirin.