Meclisa leşkerî pêşniyar dike ku welat 3 salan bi rê ve bibe

Meclisa leşkerî ya li Maliyê pêşniyar kir ku serokekî leşkerî heya 3 salan welat bi rê ve bibe.

Çavkaniyekê ji girûpa aborî ya welatên rojavayê Afrîkayê ji ajansa AFP re eşkere kir ku Meclisa leşkerî dixwaze pêvajoyeke veguhêz ji bo 3 salan bide destpêkirin.

Li gorî çavkaniyê, wê desteyek bi serokatiya kesekî ji pergala leşkerî vê pêvajoyê bi rê ve bibe, her wiha heman kes, wê serokatiya welêt jî bike.

Heman çavkaniyê ragihand jî ku Meclisa leşkerî, vegera serokê berê yê Maliyê Ibrahîm Kîta bo mala xwe, pejirand.

Ibrahîm Kîta ku ji sala 2013’an ve serokê Maliyê bû, hefteya borî bi darbeyeke leşkerî ji erkê xwe hat xistin û hat binçavkirin.

Back to top button