Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 8 rewşên nû hatin tomarkirin, 3 jî jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku ji van her 8 kesan;
3 li Hesekê,
2 li Kobanê,
yek li Reqa,
yek li Dêra Zorê
û kesk jî li Tebqayê.
Hersê kesên mirine jî, 2 ji wan ji Hesekê yek jî ji Şehbayê ye.
Li gorî Desteya Tenduristiyê, 8 kesên din jî ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan dibe 362, ji wan 66 kes baş bûne û 25 jî jiyana xwe ji dest daye.