Navenda tenduristiyê ya navçeya Holê hat berfirehkirin û veguherî nexweşxaneyeke biçûk.
Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kantona Hesekê bi hevkariya Komeleya Sewsen re, ji bo sivikkirina barê nexweşxaneyên bajarê Hesekê û ji ber nebûna nexweşxaneyan li Holê, ev gav avêt.
Nûnerê Desteya Tenduristiyê li nexweşxaneyê Silêman Ehmed destnîşan kir ku xizmetên tenduristiyê û derman wê bê pere bên dayîn.
Li gorî nûnerê desteyê, li nexweşxaneyê 55 bijîşk û hemşîre hene.
Her wiha 2 ambulans hatine diyarkirin û wê 24 saetan jî nobetê bigirin.