Malbatên Şehîdan: Bi hevgirtina gelên herêmê wê faşîzma dewleta Tirk têk biçe

Îro, Meclisên Malbatên Şehîdan ên li bajar û navçeyên herêma Cizîrê, Minbic û Kobanê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewletaTirk û çeteyên wê yên li ser Goristana Şehidan a Serêkaniyê şermezar kirin.

Meclisan diyar kir ku dewleta Tirk bi van kiryarên hovane hewl dide nasnemeya gelên herêmê tune bike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi her awayî kiryarên hovane li herêmên dagirkirî pêk tînin.

Herî dawî dagirkeran goristana Şehîdan a li bajarê Serê Kaniyê rûxandin û li şûna wê bargehek leşkerî ava kirin.

Têkildarî vê yekê Meclisên Malbatên Şêhîdan li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşandan û êrîş şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Hesekê wêrankirina goristana Şehîdan şermezar kir û diyar kir ku Dewleta Tirk a faşîst a bi serkêşiya AKP û MHP`ê qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan bin pê dike.

Meclisa Malbatên şehîdan yên Qamişlo û navçeyên wê yên Til Birak, Tirbespiyê, Dêrîk û Girgê lekê jî bi daxuyaniyan diyar kirin ku dewleta Trik bi wêrankirina gorên şehîdan dixwaze nirxên gelên herêmê tune bike.

Hat gotin ku, dewleta Tirk êrişên ku li ser goristanên Bakurê Kurdistanê û Efrîna pêk aniye, îro li Serêkaniyê heman rêbazan bi kar tîne û goristanan xerab dike.

Li Bajarê Minbicê jî Meclisa Malbatên Şehîdan êrîşên dewleta Tirk li goristan Şehîdan şermezar kir û eşker kir ku bi hevgirtina Kurd, Ereb û Suryan ew ê êrîşên dewleta Tirk û kiryarên wê têk bibin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê jî êrîşên dewleta Tirk yên li goristana Şehîdan a li Serê kaniyê şermezar kir û diyar kir ku di dîrokê de ti rejîmekê wekî faşîzm dewleta Tirk kiryarên hovane nekiriye.

Malbatên şehîdan yên Serêkaniyê yên li Kampa Koçberan a Waşûkanî jî êrîşên dewleta Tirk û çeteyan ên li ser goristanan şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li ber kiryar û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê rabin.

Back to top button