Gelê Lîbyayê careke din li dijî Wîfaqê daket qadan

Li dijî hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, careke din gelê Lîbyayê li Terablusê daket qadan..
Berdevkê Artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî jî ragihand ku Hikûmeta Wîfaqê, ji bo raya giştî bixapîne û dest bi planên veşartî bike, agirbest ragihandiye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR’ê jî daxuyaniyên Mismarî piştrast kir û ragihand ku dewleta Tirk ji bo bajarê Sirtê bigre şandina çeteyan ji bo Lîbyayê didomîne.

Piştî ku hat gotin agirbest li Lîbyayê hatiye ragihandin têkildarî vê yekê de nêrîn û daxuyaniyên cuda tên dayîn. Her wiha aloziya li welat jî her diçe kûrtir dibe.

Dîsa li dijî hikûmeta Wifaqê ya Ixwanî çalakî pêk hatin.

Medyaya Lîbyayê ragihand ku duh xwepêşander li Terablusê ber bi avahiya meclisa serokatiyê ve çûn û çeteyên Tirkiyê gule li xwepêşanderan reşandin.

Her wiha hate ragihandin ku li bajarê Esabi’a komên bi navê “Simûd” pêngavên binçavkirinê pêk anîn.

Mismarî: Tirkiye û hikûmeta ixwanî bi agirbestê dinyayê dixapînin

Berdevkê Artêşa Lîbî Ehmed Mismarî jî ragihand ku Hikûmeta Wîfaqê, ji bo raya giştî bixapîne û dest bi planên veşartî bike, agirbest ragihandiye.

Mismarî eşkere kir jî ku gelek hêzên artêşa Tirk xwe li dora bajarê Sirtê kom kiriye û amadekariyên şer dikin.

Mismarî da zanîn ku duh Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar serdana Terablusa peytext kir û biryara êrîşa li ser Sirtê da.

Berdevkê Artêşa Lîbî got ku ew li dijî hemû hewldanên Tirkiyê yên dagirkeriyê amade ne û ew ê bersivên dijwar bidin.

Sohr: Dewleta Tirk ji bo bajarê Sirtê bigre şandina çeteyan didomîne

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR’ê jî daxuyaniyên Mismarî piştrast kir û ragihand ku dewleta Tirk 18 hezar çete ji bo bide şerkirin şandiye Lîbyayê.

Çavdêriyê dazanîn ku dewleta Tirk ji bo bajarê Sirtê yê stratejîk bigre hezaran çete tev li komên çete yên girêdayî hikûmeta Wifaqê kiriye.

SOHR’ê eşkere kir ku tevî agirbesta li Lîbyayê, hê jî dewleta Tirk perwerdekirin û şandina çeteyan ji bo Lîbyayê didomîne.

Back to top button